HDK: Şehîd û birîndarên me li Koyê hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî ji Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (HDK) da zanîn, keleh û sekretariya pariya wan hat bombebarankirin û şehîd û birîndar hene.

Jêderekî ji HDKê ji K24ê re got: Baregeha Sekretariyê û Kelaha partiya me li Koyê hatin bombebarankirin û hejmarek şehîd û birîndarên me hene.

Ji aliyekî din ve, Rêveberê Nexweşxaneya Şehîd Diktor Xalid li Koyê, Şêrwan Celal ji K24ê re got: Bombebaran berdewam e, ji ber wê jî tîmên me nikarin bigihin cihê bombebaranê, lê hejmarek birîndar gihîştine nexweşxaneyê.

Rêveberê Ragihandina Tendirustiyê li Koyê Hewkar Elî jî got: 2 şehîd û 7 birîndar hene ku di nava birîndaran de zarok jî hene.

Malên bi sedan Pêşmergeyan li nêzîkî baregeha Sekretariya Partiya Demokrat a Kurdistanê hene, ji ber wê jî tê gotin ku xelkê sivîl jî birîndar bûne.

Dibistana di nava kampa Azadî li Koyê de jî hat velakirin û bi dehan xwendekar ji bo derveyî kampê hatine derxistin.