HDKê şehîdbûna 2 endamên xwe ragihand
Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (HDK) ragihand, hêzên Komara Îslamî ya Îranê bi mûşek û droneyên bombekirî êrîşî ser baregehên wan kirin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (HDK) di daxuyaniyekê de ragihand, îro Çarşemê demjimêr 10:30, hêzên Komara Îslamî ya Îranê bi mûşek û droneyên bombekirî êrîşî ser baregehên wan kirin.
Destnîşan kir jî, li gorî zanyariyên destpêkê heta niha 2 kesên bi navê Mîlad Pîrsahib û Hejar şehîd bûn û hejmarek Pêşmergeyên din jî birîndar bûne.
Partiya Demokrata Kurdistana Îranê bal kişande ser wê yekê, ew ê di daxuyaniyên din de zanyariyên hûrtir û zêdetir belav bikin.
Ev yek di demekê de, Îranê îro bi riya droneyên bombekirî û mûşekan êrîşî ser baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarokê Koyê, Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li Zirgiwêz li Silêmaniyê û Partiya Azadiya Kurdistanê li Pirdê kirin.