Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşa Îranê bi tundî şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, bezandin û binpêkirina serweriya Herêma Kurdistanê bi mûşekbaranê, bi tundî şermezar dikin.

Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, bombebarankirina baregehên opozîsyonê bi mûşekan ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve bi her bihaneyekê, helwesteke nerast e û ji bo jirêderxistina arasteya bûyeran e û cihê matmayînê ye.”

Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand jî, “Êrîşên bi vî awayî ku berdewam li ser axa me tên kirin û di encamê de xelkê sivîl jî dibin qurbanî, em şermezar dikin û pêwîst e dawî li wan destdirêjiyan bê anîn.”

Îranê îro bi riya droneyên bombekirî û mûşekan êrîşî ser baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarokê Koyê, Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li Zirgiwêz li Silêmaniyê û Partiya Azadiya Kurdistanê li Pirdê kirin. 

Li gor daxuyaniyeke Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî, di encama êrîşên Îranê de heta niha 7 kes şehîd bûne û 24 kes jî birîndar in.