UNAMI topbaranên Îranê şermezar dike

Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê (UNAMI) topbaranên Îranê yên ser navçeyên Herêma Kurdistanê şermezar dike û daxwaz dike ku demildest topbaran werin rawestandin.

Hewlêr (K24) – Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê (UNAMI) topbaranên Îranê yên ser navçeyên Herêma Kurdistanê şermezar dike û daxwaz dike ku demildest topbaran werin rawestandin.

UNAMI îro çarşemê 28ê Îlona 2022yan, di daxuyaniyekê de topbaranên Îranê yên ser navçeyên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê, weke binpêkirina eşkere ya serweriya Iraqê bi nav kir û daxwaz kir ku demildest topbaran were rawestandin.

Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê (UNAMI) destnîşan kir ku encamên dîplomasiya roketan wêranker dibe û got: “Iraq û Herêma Kurdistanê wê yekê red dikin ku weke 'hewşa pişt malê' ligel wan muamele were kirin, ku bi awayekî asayî ji aliyê cîranên xwe ve serweriya wan were binpêkirin bêyî ti sizadanekê.”

Îranê îro bi riya droneyên bombekirî û mûşekan êrîşî ser baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarokê Koyê, Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li Zirgiwêz li Silêmaniyê û Partiya Azadiya Kurdistanê li Pirdê kirin.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê ragihand, di encama êrîşên Supaya Pasdaran li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê de li Koye û Pirdê, 9 kes şehîd bûn û 32 kes jî birîndar bûn.