Baregeha Barzanî: Ev bombebaran li dijî seqamgîriya Herêma Kurdistanê ne

Êrîşa mûşekî û bombebarana hêzên Îranê ti hincetekê hilnagire

Hewlêr (K24) – Baregeha Barzanî derbarê topbaranên Îranê yên ser navçeyên Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, mûşekbarankirin û êrîşkirin, kêşeyan çareser nake, divê êdî xwe nespêrin van cûre kiryaran.

Di daxuyaniya Baregeha Barzanî de hatiye diyarkirin: “Ev cara çendan e ku Herêma Kurdistanê dikeve ber êrîşên mûşekî û bombebaranên hêzên Îranê. Em vê êrîş û bombebaranê şermezar dikin, çimkî bûye sedema kuştin û birîndarbûna welatiyên sivîl û jin û zarokên bêtawan û ev di rastiyê de tawankarî ye, di heman demê de jî ev êrîş û bombebaran, binpêkirina bingehên cîrantî û dostanî û serweriyê ne û ti hicetek hilnagire û li dijî berjewendî û seqamgîriya Herêma Kurdistanê ne.”

Baregeha Barzanî eşkere kir, mûşekbarankirin û êrîşkirin, kêşeyan çareser nake, divê êdî xwe nespêrin van cûre kiryaran, ku ji bilî tawankarî û neseqamgîriyê, ti tiştek jê berhem nayê.

Herwiha daxwaz dike, demildest ev êrîş û bombebaran werin rawestandin û Herêma Kurdistanê jî êdî nebe qada yekalîkirina girift û nakokiyên welatên cîran.