Amerîkayê topbaranên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir

Wezareta Derve ya Amerîkayê topbaranên Îranê yên li ser çend navçeyên Herêma Kurdistanê şermezar kir.

Hewlêr (K24) – Wezareta Derve ya Amerîkayê topbaranên Îranê yên li ser çend navçeyên Herêma Kurdistanê şermezar kir.

Îro çarşemê 28ê Îlona 2022yan, Wezareta Derve ya Amerîkayê di peyamekê de topbaranên Îranê şermezar kir û weke binpêkirina serweriya Iraqê bi nav kir.

Di peyama Wezareta Derve ya Amerîkayê de hatiye diyarkirin, mûşekbarankirin û topbarankirinên Îranê bê hincet e û binpêkirina serwerî û seqamgîriya Iraqê ye.

Herwiha Wezareta Derve ya Amerîkayê nîgeraniya xwe derbarê qurbaniyên bombebaranên îro de nîşan daye û piştevaniya xwe ji bo gel û hikûmeta Iraqê dubare kiriye.

Îro çarşemê 28ê Îlona 2022yan, Îranê bi riya droneyên bombekirî û mûşekan êrîşî ser baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarokê Koyê, Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li Zirgiwêz li Silêmaniyê û Partiya Azadiya Kurdistanê li Pirdê kirin.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê ragihand, di encama êrîşên Supaya Pasdaran li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê de li Koye û Pirdê, 9 kes şehîd bûn û 32 kes jî birîndar bûn.