Saziya Kurdistan24ê daxuyaniyekê belav dike

Saziya Kurdistan24 a Lêkolîn û Ragihandinê li ser birîndarbûna Peyamnêrê Kurdistan24ê Soran Kameran, ku îro di topbaranên Îranê de li Pirdê birîndar bû, daxuyaniyekê belav dike.

Hewlêr (K24) – Saziya Kurdistan24 a Lêkolîn û Ragihandinê li ser birîndarbûna Peyamnêrê Kurdistan24ê Soran Kameran, ku îro di topbaranên Îranê de li Pirdê birîndar bû, daxuyaniyekê belav dike.

Di daxuyaniya Saziya Kurdistan24ê de hat diyarkirin, di rûmalkirina xwe ya profesyonel a bûyeran de berdewam dibin û hêvî dikin ku di milmilaniya aliyan de rojnamevan û medyakar nebin armanc.

Daxuyaniya Saziya Kurdistan24ê wiha ye:

Îro çarşemê 28ê Îlona 2022yan piştî nîvro di dema rûmalkirina êrîşên mûşekî û dronan ên Supaya Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê de bo ser binke û baregehên partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê li sînorê herdu parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê, tîma Kurdistan24ê di dema rûmalkirina êrîşan de li sînorê Pirdê li nêzîkî gundê Şêrawe, kete ber êrîşa dronî, mixabin peyamnêrê kanala me Soran Kameran bi giranî birîndar bû.

Tîma Kurdistan24ê di demekê de kete ber êrîşa mûşekî û dronan ku li gor bingehên pîşeyî yên karê rojnamevaniyê li wê derê rûmala medyayî dikirin.

Kurdistan24 di rûmalkirina xwe ya pîşeyiyane ya bûyeran de berdewam dibe û em hêvîdar in di milmilaniyên aliyan de rojnamevan û medyakar nebin armanc.

Rêveberiya Saziya Kurdistan24 a Lêkolîn a Ragihandinê

28-9-2022