Bafil Talebanî: Êrîşên Îranê pêşhateke tirsnak û metirsîdar e
Hewlêr (K24) - Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî derbarê êrîşên Îranê yên li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê de ragihand: “Ev pêşhateke tirsnak û metirsîdar e ku kûrahiya Herêma Kurdistanê girtiye û em daxwaza rawestandina bilez dikin.”
Bafil Talebanî daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Ti hincetek ji bo vê derbaskirina sînoran nîne, em daxwaz dikin ku xaka Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî û leşkerî neyê bikaranîn û welatî nebin qurbaniyên nakokiyan.”
Talebanî diyar kir: “Ez dixwazim her kesî piştrast bikim ku em ti carî armanckirina welatiyên Herêma Kurdistanê, têkdana aramiya xaka me û xwîna gelê me ji bîr nakin.”
Bafil Talebanî ji hikûmeta Iraqê daxwaz kir ku erk û berpirsyariya xwe ya parastina xaka Iraq û Herêma Kurdistanê bi cih bîne, serweriya welat biparêze û pêşî li binpêkirin û êrîşan bigre.
Îro çarşemê 28ê Îlona 2022yan, Îranê bi riya droneyên bombekirî û mûşekan êrîşî ser baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarokê Koyê, Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li Zirgiwêz li Silêmaniyê û Partiya Azadiya Kurdistanê li Pirdê kirin.
Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê ragihand, di encama êrîşên Supaya Pasdaran li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê de li Koye û Pirdê, 9 kes şehîd bûn û 32 kes jî birîndar bûn.