UNHCR: Em ji êrîşên ku bandora wan li ser panaberên Îranê hebû gelek nîgeran in

Komîsyariya Bilind a Penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) nîgeraniya xwe derbarê êrîşên Îranê yên li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê nîşan da.

Hewlêr (K24) – Komîsyariya Bilind a Penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) nîgeraniya xwe derbarê êrîşên Îranê yên li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê nîşan da.

Di daxuyaniyekê de Komîsyariya Bilind a Penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ragihand: “Em gelek nîgeran in ji êrîşên îro ku bandora wan li ser penageha penaberên Îranê ya li Koyeyê hebû.”

UNHCR destnîşan kir ku li gor raportan, di encama êrîşan de sivîlan canê xwe ji dest dane û birîndar bûne, di nav wan de jin û zarokên penaberên Rojhilatê Kurdistanê jî hene.

Herwiha hat diyarkirin ku ew sersaxiyê li malbatên qurbaniyên êrîşan dikin.

Di daxuyaniyê de UNHCRê destnîşan kir ku êrîşan bandor li dibistanên seretayî yên xwendekarên penaber kiriye û got: “UNHCR di pêwendiya nêzîk de ye bi aliyên peywendîdar re li ser pêwîstiyên mirovî ji bo ku ew ên bandor li wan bûye.”

Îro çarşemê 28ê Îlona 2022yan, Îranê bi riya droneyên bombekirî û mûşekan êrîşî ser baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarokê Koyê, Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li Zirgiwêz li Silêmaniyê û Partiya Azadiya Kurdistanê li Pirdê kirin.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê ragihand, di encama êrîşên Supaya Pasdaran li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê de li Koye û Pirdê, 9 kes şehîd bûn û 32 kes jî birîndar bûn.