Şam: Hejmara kesên bi Kolerayê canê xwe ji dest dane gihîşt 33 kesan

Nexweşxane
Nexweşxane

Navenda Nûçeyan (K24) – Nexweşiya Kolerayê her diçe li navçeyên cuda ên Sûriyê belav dibe û Wezareta Tendirustiyê ya Sûriyê amarên nû yên Kolerayê belav dike.

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand duhî Şemiyê ragihand, hejmara giştî ya tûşbûyên Kolerayê gihîştiye 426 kesan û 33 kesan jî ji ber wê nexweşiyê canê xwe ji dest dane.

Diyar kir, li parêzgeha Helebê 260, li Dêrezorê 72, li Hesekê 30, Reqa 26, li Laziqiyê 19, li Humsê 5, li Şamê 5, li Siwydayê 5 û Derayê 5 pêketiyên Kolerayê hatine tomarkirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê bang li welatiyan kir pabendê rênima pêşîlêgirtin û xweparastina ji wê nexweşiyê bi riya şuştina destan bi sabûn û ava pak û vexwarina ava ji çavkaniyek ewle bibin.