Şandeke ENKSê ligel Berpirsê Dosya Sûriyê di Wezareta Derve ya Amerîk de civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Washingtonê bi Alîkarê Cîgirê Wezîrê Derve ya Amerîka re civiya.

Şandeke hevbeş a opozisyona Sûriyê li New Yorkê ye û li perawîza civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hejmarek hevdîtin pêk anîne.

Di wê çarçoveyê de Serokê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya ENKSê Kamîran Haco ji New Yorkê ve ji K24ê re ragihand, ew û endamê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya ENKSê Îbrahîm Biro duhî bi Alîkarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Berpirsê Dosyeya Sûriyê Ethan Goldrich re civiyan.

Diyar kir jî, di civînê de ku li avahiya Wezareta Derve ya Amerîka hatibû kirin, pêşhatên dawî yên rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Ev civîn piştî wê tê, şanda hevbeş a Opozîsyona Sûriyê berî du roja bi Sekreterê Giştî ya Netewên Yekgirt Antonio Guterres re civiya bû û Nûnerê Navdewletî ya Taybet bi Karûbarên Sûriyê Geir Pedersen amade bûbû.

Derbarê wê civên de Îbrahîm Biro li ser hejmara xwe ya tora civakî “Facebook” da zanîn, nûnerên ENKSê di civînê de tekezî li ser wê yekê kirin ku “Em weke Kurd ji bo mafên gelê Kurd li Sûriyê têdikoşin û pirsgirêka me bi hikûmeta Sûriyê re ye, ne bi partî û welatekî din re ye.”

Biro diyar kir jî, wan di civîna bi Guterres de behsa, êş û azarên gelê Kurdan li navçeyên cuda ên Sûriyê, rewşa perwerdehiyê li herêmê û revandina zarokan ji aliyê hêzên ser bi Rêveberiya Xweser kirin, her wiha diyar kir, wan di civînê de amaje bi hebûna hejmareke mezin a endamên DAIŞê yên girtî li herêmê kir û daxwaza destêwerdan û girîngîpêdana navdewletî bi vê pirsê kir.