Tirkiye jî devera Biradost bombebaran dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyên şer ên Tirkiyê devera Biradost li sînorê bajarokê Sîdekanê dikin. Li gor zanyaran jî, cihê hatiye bombebarankirin, baregehên PKKê lê ne.

Peyamnêrê K24ê li deverê da zanîn, firokeyên şer ên Tirkiyê îro demjimêr 11:27 devera devera Biradost li sînorê bajarokê Sîdekanê kir.

Peyamnêrê me amaje bi wê yekê kir, li gorî zanyariyên leşkerî û xelkê deverê, baregehên PKKê li wê deverê hene.

Da zanîn jî, heta niha firokeyên şer ên Tirkiyê li asmanê deverê digerin û bombebaran jî berdewam e.

Bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê di demekê de ye, îro ji bo roja şeşem li ser hev topxaneya Îranê devera Biradost topbaran dikin û 3 endamên Komela Zehmetkêşan birîndar bûn.