Fuad Husên: Îran û Tirkiye dixwazin pirsgirêkên xwe yên navxweyî bînin nava Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê Faud Husên ragihand, partî û rêxistinên dijberên Îran û Tirkiyê, pirseke taybet ya wan her du welatan e, lê belê ew her du welat dixwazin pirsgirêkên xwe yên navxweyî bînin nava xaka Iraqê.

Wezîrê Derve yê Iraqê Faud Husên duhî 28ê Îlonê di çarçoveya paneleke Foruma El-Rafîdeyn de ku bi sponseriya medyayî ya K24ê li Bexdayê birêve diçe, amaje bi çalakiyên partî û rêxistinên dijberên Îran û Tirkiyê kir û ragihand, Îran û Tirkiye partî û rêxistinên dijberên xwe wek bihaneyekê ji bo bombebarankirina xaka Herêma Kurdistanê bi kar tînin.

Got jî: Partî û rêxistinên dijberên Îran û Tirkiyê, pirseke taybet ya wan her du welatan e, lê belê ew her du welat dixwazin pirsgirêkên xwe yên navxweyî bînin nava xaka Iraqê.

Wezîrê Derve yê Iraqê ragihand jî, PKK rêxistineke Tirkiyê ye û ji sala 1991ê ve li nava xaka Herêma Kurdistanê ye û ji Iraq û Herêma Kurdistanê re bûye pirsgirêk. Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê jî ji salên heftê yên sedsala borî li Iraqê ye. Bombebarana Îran û Tirkiyê wê rastiyê derdixînin ku ew dixwazin pirsgirêkên xwe veguhêzin nava Herêma Kurdistanê.

Derbarê parastina sînor de Fuad Husên got: “Ev berpirsatiyeke hevbeş e di navbera Iraq û Îranê ji aliyekê ve û Iraq û Tirkiyê ji aliyekî din ve. Wek nimûne, eger ew her du welat rewatiyê didin xwe ji bo parastina li asayişa xwe ya navxweyî hêzên xwe bikişînin nava xaka Herêma Kurdistanê û operasyonên leşkerî bikin, ma ew ê razî bin ku Iraq ji bo wê mebestê bide nava xaka welatên wan? Pirs di vir de ye, ma belgeyên Netewên yekgirtî û yasayên navdewletî rê didin ku operasyonên leşkerî yên Îran û Tirkiyê? Bêguman: Na”

Fuad Husên di berdewamiya axaftina xwe de got jî: “Dema Hewlêr hatiye mûşekbarankirin, komîteyek hat pêkanîn û derket ku ew cihê hatiye armanckirin, cihekî nişticihbûna xelkê sivîl bû, lê belê Îranê îddia kir ku baregeheke Mossadê kiriye armanc.”