ENKS êrîşên Îranê li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), bombebarana Îranê li ser baregehên partiyên Rojhilata Kurdistanê li Herêma Kurdistanê şermezar kir û tekez kir, ew bombebaran serwerî, ewlekarî û aramiya Herêma Kurdistanê kiriye armanc.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê îro Pênşemî 29ê Îlona 2022, di daxuyaniyekê de got: "Rejîma Îranê, wek berteka li hember xwepêşandanên vê dawiyê li welat, baregehên partiyên Kurdî yên opozisyona Îranê li Herêma Kurdistanê, bi dron û mûşekan bombebaran kirin.”

Daxuyaniyê tekez kir, “Encûmena Niştimanî ya Kurd bombebarana Îranê ya li ser Herêma Kurdistanê şermezar dike” û tekez kir ku “ew amanckirina serwerî, ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê ye.”

Destnîşan kir jî, “bombebaranê deverên niştecihbûyî û dibistanên xwendekaran kirine armanc” û da zanîn jî hejmarek kes şehîd û birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat got, ENKSê ku pêştir piştevaniya xwe bi gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê re ji têkoşîna wan re ji bo bidestxistina mafên neteweyî yên rewa nîşan dabû, vê binpêkirina Îranê şermezar dike.

Her wiha ENKSê daxwaz ji civaka navdewletî, Netewên Yekgirtî û rêxistinên navdewletî dike ku dengê xwe yê şermezarkirinê li hember tawanên rejîma Îranê, binpêkirina eşkere ya serweriya welatên navçeyê û destêwerdana wê di karûbarên wan de bilind bikin.