Wezareta Derve ya Iraqê bo Îranê: Rêzê li serweriya Iraq û peymanên navdewletî bigire

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Iraqê bang li Balyozê Îranê yê li Bexdayê kir û yadaşteke nerazîbûnê radestî wî kir.

Wezaretê di daxuyaniyekê de ragihand, Balyozê Îranê li Iraqê Mihemed Kazim El Sadeq ji aliyê Serokê Ofîsa Welatên Cîran li Wezareta Derve ya Iraqê Îhsan Ewadî ve hatiye vexwendin.

Diyar kir jî, Wezareta Derve ya Iraqê nerazîbûneke tund pêşkêşî hikûmeta Iraqê kir û tê de hikûmeta Iraqê ev tawan şermezar kir, ji ber ku êrişên berdewam ên hêzên Îranê li ser serwerî û xaka Iraqê welatiyan dike armanc.

Li gorî daxuyaniyê, Wezareta Derve ya Iraqê ev kiryar red kir û daxwaz ji Îranê kir ku rêzê li serweriya Iraqê bigire.

Her wiha daxwaz kir ku Îran pabendî bi peyman navdewletî be û ji bo yekalîkirina pirsgirêkan, bijardeyên leşkerî bi kar neyîne. Wî hişyarî da jî, bikaranîna hêzê, dibe sedema têkdana aştiya civakî, ewlehî û aramiya her du welatan.

Îranê duhî 28ê Îlonê bi bi riya mûşek û dronan êrişî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Zirgiwêz, Koye û Pirdê kir û li gorî amarên Wezareta Tendirutiyê ya Herêma Kurdistanê, di encama êrîşan de 13 kes hatin kuştin û nêzîkî 60 kesî jî birîndar bûn.