Almanya daxwaza sizadana Îranê dike

Hikûmeta Almanyayê daxwaz kir, Yekîtiya Ewrûpayê ji ber bêdengkirina xwepêşandanan, sizayê Îranê bide.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Almanyayê daxwaz kir, Yekîtiya Ewrûpayê ji ber bêdengkirina xwepêşandanan, sizayê Îranê bide.

Îro pêcşemê 29ê Îlona 2022yan, Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock ragihand, Berlîn ji Yekîtiya Ewrûpayê daxwaza sizadana Tehranê dike.

Annalena Baerbock diyar kir, Îran bi awayekî gelek tund bersiva wan xwepêşandanan dide, ku piştî canjidestdana Mehsa (Jîna) Emînî serî hildaye.

Baerbock li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Em li nav Yekîtiya Ewrûpayê hemû hewlên xwe didin, da ku siza bi ser wan de bisepînin, ku heta mirinê li jinên Îranê didin û xwepêşanderan bi navê olê, bêdeng dikin.”