Parlamentoya Erebî êrîşên Îranê şermezar kir

Parlamentoya Erebî êrîşên Îranê bi tundî şermezar kir, ku roja çarşemê 28ê vê mehê, Îranê êrîşî hejmarek navçeyên Herêma Kurdistanê de kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentoya Erebî êrîşên Îranê bi tundî şermezar kir, ku roja çarşemê 28ê vê mehê, Îranê êrîşî hejmarek navçeyên Herêma Kurdistanê de kir.

Di daxuyaniyekê de Parlamentoya Erebî ragihand: “Em wan êrîşan bi tundî şermezar dikin, ku hinek navçeyên li Herêma Kurdistana Iraqê hatine kirin û bûne sedema şehîdbûn û birîndarbûna hejmarek welatiyan.”

Parlamentoya Erebî diyar kiriye: “Em sersaxiyê li Iraqê dikin û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dikin.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Em bi temamî hevdeng in ligel Komara Iraqê ji bo pêkanîna asayîş û seqamgîrî û parastina serweriya axa wê û em hişyariyê didin li ser encamên wan êrîşên li dijî asayîşa herêmî û seqamgîriya navçeyê bi giştî.”

Îranê roja 28ê Îlonê bi bi riya mûşek û dronan êrişî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Zirgiwêz, Koye û Pirdê kir û li gorî amarên Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê, di encama êrîşan de 13 kes şehîd bûn û nêzîkî 60 kesî jî birîndar bûn.