Îran gefê li Amerîkayê dixwe

Serokerkanê Hêzên Çekdarî yên Îranê Mihemed Baqirî ragihand, ew ê li hember her cûre kiryarên Amerîkayê yên li dijî dronên Îranê awayê herî tund bersiv bidin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokerkanê Hêzên Çekdarî yên Îranê Mihemed Baqirî ragihand, ew ê li hember her cûre kiryarên Amerîkayê yên li dijî dronên Îranê awayê herî tund bersiv bidin.

Mihemed Baqirî li ser nûçeya xistina xwarê ya droneke Îranê ji aliyê Amerîkayê ve li esmanê Herêma Kurdistanê ragihand, "eger Amerîka li dijî dronên Îranê tevbigerin, hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê dê bersiva van kiryarên dijminkarane yên Amerîkayê bidin û mafê me yê bersivdan û karvedanê heye".

Baqirî got ku zanyariyên bi hûrgilî yên hêzên çekdar ên Îranê li ser baregehên serbazî yên Herîr, Hewlêr û Duhokê yên li Herêma Kurdistanê hene û got ku Îran di rewşa niha de tenê li dijî wan aliyên ku dixwazin Îranê parçe parçe bikin operasyon encam didin û ti kiryareke wan a li dijî Amerîkayê nebûye, lê belê mafê tolhildana vî karê Amerîkayê ji bo Îranê parastî ye.

Serokerkanê Hêzên Çekdar ên Îranê got: “Îtirafa Amerîkayê ya li ser xistina xwarê ya droneke Îranê tê wê wateyê ku ew piştevaniya grûpên cudaxwaz ên li dijî Îranê dikin û bi alîkarîkirina wan ve mijûl in.”