Putin: Mafê hemû gelan heye ku çarenûsa xwe diyar bikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin tevlîkirina navçeyên Donetsk, Lugansk, Kherson û Zaporojye bo Rûsyayê, îmze kir.
Di merasîmeke mezin de Serokê Rûsyayê Vladimir Putin encamên referandûma herêman îmze kir û gotarek arasteyî welatên Ewrûpa û rojavayê cîhanê kir.
Çend gotinên Putin wiha ne:
- Xelkê Donetsk, Lugansk, Kherson û Zaporojye bi awayekî azad biryara xwe dan ku vegerin ser Rûsyayê û ev mafê wan e.
- Mafê diyarkirina çarenûsa xwe, mafekî bingehîn e û bav û bapîrên me xwîna xwe ji bo vê axê rijandine.
- Di Şerê Cîhanê yê Duyem de bav û bapîrên me gelek xwîn ji bi wan navçeyan û parastina wan rijandine.
- Qehremanên Rûsyayê berevaniya wê xakê kirin.
- Em ê jiyaneke birûmet ji bo xelkê wan navçeyan dabîn bikin.
- Divê Kîev rêz li hilbijartinên xelkê komarên Donetsk û Lugansk û navçeyên Kherson û Zaporojye bigrin.
- Em daxwazê ji Kîevê dikin ku em danûstandinê bikin, lê belê em li ser bijardeya gelê Rûsyayê naaxivin.