Tirkiye tevlîkirina 4 bajarên Ukraynayê bo xaka Rûsyayê red dike

Rûsya duhî 30 Îlonê çar bajarên Ukraynayê yên wekî Donestsk, Luhansk, Kherson û Zaporijyayê tevlî sînorên xwe kiribû

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Tirkiyê li dijî biryara Rûsyayê ya tevlîkirina herêma Donbasê, Kherson û Zaporijyayê bo wî welatî derket.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin, biryara Rûsyayê binpêkirina yasayên navnetewî ye. Ew tevlîkirina bajarên Ukraynayê bo xaka Rusyayê red dikin û ne pêkan e ew biryara Rusyayê qebûl bikin.

Piştî encamdana referandumê, Rûsya duhî 30 Îlonê çar bajarên Ukraynayê yên wekî Donestsk û Luhansk yên herêma Donbasê û Kherson û Zaporijyayê yên li başûrê welatê tevlî sînorên xwe kiribû û Wezreta Derve ya Tirkiyê jî bi daxuyaniyekê li dijî wê biryarê derket.

Bi vê yekê, Rûsyayê piştî Kirimê, herêmên Donetsk, Luhansk, Kherson û Zaporizhia bi xwe ve girêda û ji sedî 15ê ji xaka Ukraynayê bi ser axa xwe ve xist.

Li gorî amaran, nêzîkî 70% ji samanên Ukraynayê li vî beşê welêt e, her wiha ew girêkeke girîng e ji bo veguhestina bejayî û deryayî ku hinardekirina welat di wê riyê ew derbasî deryaya Spî, Rojhilata Navîn û welatên din ên rojhilat dibe.