Bexda.. Xwepêşandanan dest pê kir û rêyên Navçeya Kesk hatin girtin

Xwepêşandar li meydana Nisor û meydana Tehrîrê kom bibin û dixwazin ji wan her du cihan ve ber bi Navçeya Kesk ve biçin
Xwepêşandana Bexdayê - Wêne: Şivan Cebarî
Xwepêşandana Bexdayê - Wêne: Şivan Cebarî

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Bexda û hejmarek parêzgehên din ê Iraqê, ji bo bîranîna “Xwpêşandanên Cotmehê” xwepêşandanan dest pê kirin û hêzên ewlehiyê piraniya riyên ber bi Navçeya Kesk ve diçin girtin.

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê da zanîn, berî bîstekê xwepêşandanên “Tişrîniyan” dest pê kir û hejmareke mezin ji endamên hêzên leşkerî û ewlehiyê li Bexdayê hatine belavkirin.

Got jî: Hemû rêyên ber bi Navçeya Kesk û meydana Tehrîrî ve diçin, ji bo rêgirtina li pêş xwepêşandaran, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin.

Peyamnêrê me diyar kir jî, xwepêşandar vê carê li meydana Nisor û meydana Tehrîrê kom bibin û dixwazin ji wan her du cihan ve ber bi Navçeya Kesk ve biçin.

Navçeya Kesk li nava Bexdayê dikeve, Balyozxaneya Amerîka, balyozxaneyên hejmarek welatên din, baregehên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, baregeha Hikûmeta Iraqê û hin dezgehên din lê ne.

Di rojên derbasbûyî de, komîteyeke bi navê “Hevrêziya Bilind a Xwepêşandanan li Iraqê” lihevkirinek ragihand ku di destpêka Cotmehê de li paytext Bexdayê xwepêşandanên girseyî pêk bînin. Diyar kir jî, ew ê bi awayekî aştiyane û bê tundûtûjiyê derbasî Navçeya Kesk bibin.

Roja 1ê Cotmeha 2019an ku xwepêşandanan li Bexda û parêzgehên naverast û başûrê Iraqê dest pê kiribûn ku bi “Xwepêşandanên Tişrînê” tê naskirin, di salvegera 3emîn a van xwepêşandanan de jî, li Bexda û hin parêzgehên başûrê Iraqê xwepêşandanan ji bo dabînkirina xizmetguzariyan, sînordarkirina çekan di destê hêzên ewlehiyê de û cezakirina kujerên xwepêşanderan, dest pê kirine.

Xwepêşandanên Cotmehê li ser daxwaza xwepêşanderan bûbû sedema rûxandina hikûmeta wê demê a bi serokatiya Adil Ebdulmehdî, avakirina hikûmeteke demkî û lidarxistina hilbijartinên pêşwext.

Li hemberê jî, hêzên ewlehiyê bi tundî destêwerdan kirin û li gorî medyaya Iraqê, di rûbirûbûna hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan de, ji destpêka xwepêşandanan ve zêdetir ji 500 kesan hatin kuştin û zêdetir ji 20 hezar kesan jî birîndar bûne.