Rêxistina Tenduristiya Cîhanê hişyariya giraniya rewşa Kolerayê li Sûriyê dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ragihand, li 10 parêzgehên Sûriyê nexweşiya kolerayê belav bûye û hişyariya giraniya rewşê da û diyar kir, 33 kes bi wê nexweşiyê canê xwe ji dest dane.

Serokê Tîmê Kolera û Nexweşiyên Zikçûnê ya WHO Philippe Barbosa got, nexweşiya Kolera li 10 parêzgehên Sûriyê belav bûye û li seranserê welat jî belav dibe, rewşa Kolerayê metirsîdar e ku zêdetirî 426 halet hatine piştrastkirin û 33 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Barbosa di daxuyaniya xwe de got: “Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku ji roja 28ê Îlonê ve li 10 parêzgehan nexweşiya Kolerayê derketiye û di encamê de 33 kesan canê xwe ji dest  dane û 426 kes jî pêketine. Rewşa parêzgehên tûşbûyî bilez têk diçe û ew nexweş li herêmên din ên nû jî derdikeve.”

Berê jî Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê amaje bi wê yekê kiribû ku nexweşiya Kolerayê bûye sedema mirina hinek nexweşan, ew  jî ji ber wê yekê ye ku nexweş dereng serdana navendên bijîşkî dikin yan jî nexweşiyên din kronîk bi wan re hene.