Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir

Greva giştî wek nîşandana nerazîbûnê li hember êrîşa Îranê li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê hatiye ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser daxwaza partiyên Rojhilatê Kurdistanê û bi armanca şermezarkirina êrîşa li ser baregehên wan partiyan li Herêma Kurdistanê ji aliyê Îranê ve, îro li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kiriye.

Xelkê piraniya bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê li parêzgehên Urmiye, Sine, Kirmanşan û Îlamê îro bazar û dukanên xwe girtine û neçûne ser karê xwe, wek nîşandana nerazîbûnê li hember êrîşa Supaya Pasdarên Îranê li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê.

Li gorî jêderên xwecihî, li tevahiya bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê Internet hatiye birîn û hikûmeta Îranê hêzên mezin ên ewlekariyê li bajaran belav kiriye û bi riya nameyên telefonî gefê li xwediyên dukanan dixwe ji bo dukanên xwe vekin.

Ev greva giştî piştî wê tê, hêzên Pasdarên Îranê roja 28ê Îlona borî bi riya droneyên bombekirî û mûşekan êrîşî ser baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarokê Koyê, Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li Zirgiwêz li Silêmaniyê û Partiya Azadiya Kurdistanê li Pirdê kirin.