Mesrûr Barzanî Medalyaya Rêzgirtinê ya Encûmena Pîran a Firansayê werdigire

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 1ê Cotmeha 2022an pêşwazî li Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve, Berevanî û Hêzên Çekdar a Encûmena Pîran a Fransayê Senator Christian Cambon kir.

Di hevdîtinê de, dawî guhartin û pêşhatên rewşa giştî ya Iraq û herêmê û pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Fransayê hatin gotûbêjkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve, Berevanî û Hêzên Çekdar a Encûmena Pîran a Fransayê Senator Christian Cambon

Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve, Berevanî û Hêzên Çekdar a Encûmena Pîran a Fransayê xweşhaliya xwe di dubare serdankirina Herêma Kurdistanê nîşan da û amaje bi wê da, her carê serdana Hewlêr û Herêma Kurdistanê de, avedanî û pêşketinên berçav dibîne. Amadehiya welatê xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên di hemû waran de, bi taybet hevahengiya ewlehî û berevaniyê ligel Herêma Kurdistanê nîşan da. Her wiha Medalyaya Rêzgirtinê ya Encûmena Pîran a Fransayê pêşkêşî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya hikûmet û gelê Fransayê kir ku di rojên dijwar de piştevaniya gelê Kurdistanê kirin, daxwaza Herêma Kurdistanê jî ji bo pêşxistina zêdetir a pêwendiyan ligel Fransayê jî dubare kir.

Çaksaziyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, giringiya çareserkirina pirsgirêkên Herêm û Hikûmeta Federal û parastin û rêzgirtina li mafên destûrî yên gelê Kurdistanê, mijarên din ên civînê bûn ku Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Olivier Decottignies amade bû.