Peyamên balkêş ên ji berhêmên hunerî li Stenbolê hatin nîşandan

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Hunermendên ji welatên cuda bi xebatên xwe yên hunerî bi taybet li ser civak û jiyana mirovan peyamên ji hev balkêş belav dikin li Stenbolê di pêşangeheke berfireh de êş û kêşeyên sereke yên cîhanê di berhemên xwe da dan der û bala hunerhezan kişandin ser xem û hurguliyên veşartî yên li nava jiyanê.

Xem û êşa ji nava kûrahiya tenêtiyê de xwe dide der û bi taybet di vê serdema em tê da ne gelek tê behskirin li ser berhemeke hunerî bi vê peykerê tê nîşandan.

Ev peykera jinike pîr a bi navê “Qêrîn” ji hêla hunermend Server Demîrtaş ê Stenbolî ve bi awayeke mekanîk û bi hereket hatiye amadekirin qêrîna pîr û kalên di civakê de tenê hatine hiştin û jibîrkirin dide der wekî di straneke Kurdî de dibêje: “Bila li dinyayê mirin hebûya, kalbûn tunebûya.”

Kurt an dirêj jiyaneke herkesî diyarkirî heye ku ya girîng mirov salên emrê xwe bi çi awayî û ji bo çi derbas dike? Ev berhema bi navê “Mirovên ji Kîfrîtê” ku ji hêla hunermendê Almanî Wolfang Stiller balê dikêşîne ser bersiva vê pirsa ku mirov jiyana xwe çawa û ji bo çi dihelîne?

Hunermend Mark Hachem ji K24ê re got: “Piraniya hunermendên ku em nûnertiya wan dikin peyamên wan ên derbarê jîngehê, siyaset an jî psîkolojiyê de heye. Bê guman ew ji xemilandinê dûr e lê bi gelemperî peyamên balkêş in.”

Di vê fanûsê de ku tê da mirovek reqs dike xuya dike lê ji ya tê dîtin cudatir, mirovan ber bi rêwitiya li nav giyan û dinyaya xwe dibe û rûdanên li derûdor bi çavekî din radixe ber çavan.

Hunermend Elnaz Rahimpour dibêje: “Her hunermendek li gor kesayetiya xwe bi şêwazeke cuda kar dike. Peyamên kûr di berhemên hunerî de de hene. Ev jî bandora çand û erdnîgariya hunermend lê dijî nîşan dide.”

Kamerayên li nava jiyanê bi taybet bi mebestên cuda şopandina jiyana mirovan û belavbûna vê şopa bi kamerayê ya li ser civakê jî di ser vê xebatê ya hunermendê Kurd Halîl Altindere re tê nîşandan.

Nêzîkî hezar û 500 heb berhemên hunerî bi taybet der barê babetên global ên wek xweza, jin, têkiliya jîngeh û mirovan hatine amadekirin di 17. Contemporary Stenbol de hatin pêşandan.