Mîrhusên Mûsewî daxwazê ji hêzên çekdar ên Îranê dike li aliyê xelkê bin

Siyasetmedarê diyar ê reformxwaz ê Îranê Mîrhusên Mûsewî di nameyekê de ji hemû hêzên çekdar ên Îranê daxwaz kir ku li aliyê xelkê bin.
Mîrhusên Mûsewî
Mîrhusên Mûsewî

Navenda Nûçeyan (K24) – Siyasetmedarê diyar ê reformxwaz ê Îranê Mîrhusên Mûsewî di nameyekê de ji hemû hêzên çekdar ên Îranê daxwaz kir ku li aliyê xelkê bin.

Mîrhusên Mûsewî di nameyekê de berê xwe da hêzên çekdar ên Îranê û got: “Divê di vê rewşa hestyar û xembar de, em soz û peymana parastina Îran û ser û malên xelkê û mafên wan, bînin bîra hêzên çekdar. Niha ku jinan û welatiyên me bi bîranîna Jîna Emînî bi sedan daxwazên jibîrkirî, dengê xwe bilind kirine, mafê kesê tune ye li ser fermana mezinan, weke dardestekî çavgirtî, li hember neteweya xwe raweste û soz û peymana xwe li hember neteweya xwe jibîr bike.”

Mûsewî ji hêzên çekdar re gotiye: “Ew desthilata ku ji we re hatiye dayîn, ji bo parastina xelkê ye, ne ku bêdengkirina wan, ji bo parastina kesên çewisandî, ne ku nokerên desthilatdar û zaliman, ji bo aramiya bi milyonan xelk û bi taybetî ji bo hejaran e, ne ku bihêzkirina desthilata desthilatdarên bêagah. Bi hêviya ku hûn biçin aliyê rastî û xelkê.”

Ev name, nameya herî girîng a siyasetmedarên navxwe yên Îranê ye ji bo piştevaniya xwepêşanderan û di yekem daxwaza de diyar dike ku hêzên çekdar biçin aliyê xelkê.

Nameya Mîrhusên Mûsewî bi “Keça Îranê, Keça Kurdistanê, Keça Mirovan” dest pê dike û ligel balkişandina ser Jîna Emînî û kuştina wê, dibêje: “Ji ber mirina wê ya dilşewat, dîroka vî welatî û esman dê biguhere.”

Mûsewî herwiha diyar kiriye: “Xwîna kesên çewisandî ji zilma zaliman bihêztir e, roja kesên çewisandî, ji roja zaliman pîroztir e, ola wan ji ola sepandî û otomobîlên polîsê asayîşa civakî, ronîtir e.”

Mîrhusên Mûsewî heş sal (1981-1989) serokwezîrê herî dawî yê Îranê bû. Di sala 2009an de di hilbijartinên Serokomariya Îranê de weke namzedê reformxwaz beşdarî hilbijartunan bû, lê bi ser neket.

Mûsewî di wê baweriyê de bû ku di hilbijartinan de "gelek sextekarî hatin kirin”, loma pêla nerazîbûna alîgirên wî, piraniya bajarên Îranê girt û piştî wan bûyeran û bêdengkirina xwepêşanderan, Mîrhusên Mûsewî û hevjîna wî Zehra Rehnewerdî heta niha jî di mala xwe de desteserkirî ne.