Macron dixwaze derbarê rewşa Iraqê de nêrîna Serok Barzanî werbigre

Serokê Fransayê Emmanuel Macron ji Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve, Berevanî û Hêzên Çekdar a Encûmena Pîran a Fransayê Senator Christian Cambon daxwaz kiriye ku serdana Serok Barzanî bike ji bo wergirtina nêrîna wî ya li ser rewşa Iraqê.

Hewlêr (K24) – Serokê Fransayê Emmanuel Macron ji Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve, Berevanî û Hêzên Çekdar a Encûmena Pîran a Fransayê Senator Christian Cambon daxwaz kiriye ku serdana Serok Barzanî bike ji bo wergirtina nêrîna wî ya li ser rewşa Iraqê.

Serok Mesûd Barzanî îro şemiyê 1ê Cotmeha 2022yan li Selahedîn pêşwazî li Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve, Berevanî û Hêzên Çekdar a Encûmena Pîran a Fransayê Senator Christian Cambon û Konsulê Fransa yê li Hewlêrê Olivier Decottignies kir.

Di hevdîtinê de Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve, Berevanî û Hêzên Çekdar a Encûmena Pîran a Fransayê pêzanînên xwe ji bo rola hekîmane ya Serok Barzanî di rewşa Iraq û Kurdistanê de nîşan da û ragihand, Serokê Fransayê Emmanuel Macron ew raspartiye ku serdana Serok Barzanî bike û li ser rewşa siyasî ya Iraqê, raman û nêrîna wî werbigre.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de rewşa siyasî  ya Iraqê xistine ber behs û derbarê wê rêkeftinê jî danûstandina bîr û ramanan kirin ku di navbera Çarçoveya Hevahengiyê û Sunne û Kurd de li ser bingeha destûrê hatiye encamdan, tekez jî li wê yekê kir ku kêşeyên Iraqê bi rêya guftûgoyê bê çareserkirin.

Derbarê êrîşa mûşekî ya Komara Îslamî ya Îranê ya li ser Herêma Kurdistanê, her du alî lêdana xelkê sîvîl û bombebarana xwendingeh û cihên medenî bi tawaneke mezin dane zanîn.

Di beşeke din a hevdîtinê de Serok Barzanî spasî gel û Hikûmeta Fransayê kiriye ku di rojên dijwar de palpiştê gelê Kurdistanê bûne bi taybetî jî hatina Serok Hollande di dema êrîşa DAIŞê ya li ser Kurdistanê amajeyeke mezin ya dostayetiya gelê Fransa û gelê Kurdistanê bû.

Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve, Berevanî û Hêzên Çekdar a Encûmena Pîran a Fransayê ragihand welatê wan berdewam dibe di palpiştî û dostayetiya gelê Kurdistanê de. Di dawiya hevdîtinê de jî Madalya Encûmena Pîran ya Fransayê wekî diyarî pêşkêşî Serok Barzanî kir.