Mesrûr Barzanî bo malbatên pêşmergeyên ku di bûyera trafîkê de canê xwe ji dest dan: Ez hevbeşê xema we me

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de sersaxî arasteyî malbata wan pênc pêşmergeyan kir ku îro di bûyereke trafîkê de li ser rêya Derbendîxan – Zerayen canê xwe ji dest dan.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de sersaxî arasteyî malbata wan pênc pêşmergeyan kir ku îro di bûyereke trafîkê de li ser rêya Derbendîxan – Zerayen canê xwe ji dest dan.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Bi xemgîniyeke mezin ve, min nûçeya canjidestdana pênc Pêşmerge (Tahîr Kakewla, Serwer Enwer, Erdelan Cemal, Tiwana Nesredîn, Cemal Celal) bihîst, ku îro di dema vegera wan a erkê pêşmergetiyê de, di bûyereke diltezîn a hatûçûnê de canê xwe ji dest dan.

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Ez sersaxiyê li malbatên cenabên wan dikim û hevbeşê xema wan im. Xwedayê mezin giyanê wan bi bihiştê şad bike û sebr û aramiyê bide her kesî.”