Elî Qeredaxî bombebaranên Îranê şermezar kir

Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman Elî Qeredaxî bombebaranên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê şemezar kir û ragihand, ti qanûn û yasayek rê nade destdirêjiyên bi vê cûreyê ku dibin sedema kuştina xelkê bêtawan.

Hewlêr (K24) – Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman Elî Qeredaxî bombebaranên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê şemezar kir û ragihand, ti qanûn û yasayek rê nade destdirêjiyên bi vê cûreyê ku dibin sedema kuştina xelkê bêtawan.

Elî Qeredaxî li ser hesabê xwe yê fermî yê facebookê, bombebaranên Îranê weke binpêkirina asayîş û serweriya Iraqê bi nav kir û daxwaza pêkanîna gotûbêjên avaker kir ji bo çareserkirina hemû kêşeyên Iraqê.

Qeredaxî destnîşan kir, pêwîstiya Iraqê bi xwînrijandina zêdetir tune ye ku qeyranên wê kûrtir bike, lê pêwîstiya wê bi bihêzkirina bingeha dewletê heye.

Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman ji aliyên Iraqî daxwaz kir, bi hev re helwesta dilsoz nîşan bidin ji bo rizgarkirina welatê xwe ji aloziyê ku jêrxana welatê wan wêran dike.

Heşt roj in Îran bi awayekî berdewam navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê topbaran dike û roja 28ê Îlona 2022yan, li Koye, Pirdê, Zirgiwêz baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê bombebaran kirin û di encamê de 14 kes şehîd bûn û nêzîkî 70 kes jî birîndar bûn.