Encûmena Asayîşa Iraqê daxwaza ragirtina êrîşên Îranê dike

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serokatiya civîna Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Iraqê kir û tê de daxwaza ragirtina êrîşên Komara Îslamî ya Îranê yên li ser Iraqê hat kirin.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serokatiya civîna Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Iraqê kir û tê de daxwaza ragirtina êrîşên Komara Îslamî ya Îranê yên li ser Iraqê hat kirin.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê eşkere kir, Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serperiştiya civîna Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Iraqê kir, ku Wezîrê Navxwe û hejmarek fermandarên ewlehiya Iraqê beşdar bûn, tê de rewşa ewlehiyê hat gotûbêjkirin.

Di civînê de Mistefa Kazimî pesnê xwepêşandanên aştiyane daye, ku bi wê rêyê xwepêşander daxwaza mafên xwe yên rewa bikin.

Herwiha di civînê de bombebaranên Komara Îslamî ya Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê hatiye şermezarkirin û red kirine ku Iraq bibe qada yekalîkirina kêşeyan û daxwaza ragirtina êrîşên Îranê kirine.

Heşt roj in Îran bi awayekî berdewam navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê topbaran dike û roja 28ê Îlona 2022yan, li Koye, Pirdê, Zirgiwêz baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê bombebaran kirin û di encamê de 14 kes şehîd bûn û nêzîkî 70 kes jî birîndar bûn.