Serok Barzanî ligel Cîgirê Yekem ê Serokê Parlamentoya Iraqê civiya

Serok Mesûd Barzanî îro şemiyê 1ê Cotmeha 2022yan li Selahedîn pêşwazî li Cîgirê Yekem ê Serokê Parlamentoya Iraqê Muhsîn Elî Mendelawî kir.

Hewlêr (K24) - Serok Mesûd Barzanî îro şemiyê 1ê Cotmeha 2022yan li Selahedîn pêşwazî li Cîgirê Yekem ê Serokê Parlamentoya Iraqê Muhsîn Elî Mendelawî kir.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de ku Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah jî amade bû, Serok Barzanî pîrozbahiyê li Muhsîn Elî Mendelawî ya ji bo hilbijartina wî wekî Cîgirê Yekem ê Serokê Parlamentoya Iraqê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, Cîgirê Yekem ê Serokê Parlamentoya Iraqê spasiya rola Serok Barzanî ya di proseya siyasî ya Iraqê de û hewlên wî yên ji bo nehiştina binbesta siyasî kir.

Herwiha hat diyarkirin, di hevdîtinê de derbarê pêşhatên dawî ya di nav proseya siyasî ya Iraqê de danûstandina bîr û ramanan hat kirin.