Li Rihayê bûyera trafîkê: 25 kes birîndar bûn

Li ser rêya Riha û Dîlokê, li nêzîkî navçeya Sirûcê otobusa rêwiyan û barhilgirek li hev qelibîn û di encamê de 25 kes birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser rêya Riha û Dîlokê, li nêzîkî navçeya Sirûcê otobusa rêwiyan û barhilgirek li hev qelibîn û di encamê de 25 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, gelek ambulans, tîmên ewlehî, agirkuj, AFAD gihîştin cihê bûyerê.

Birîndarên di nav otobusê de bi alîkariya tîmên ewlehiyê, ji nav otobusê hatin derxistin.

Herdu şofêr û 23 rêwî bi ambulansan bo nexweşxaneyan li deverê hatin veguhestin.

Ji ber qezayê, nêzîkî demjimêrekê rê ji herdu aliyan ve hatin girtin û piştî xebatên rizgarkirinê hatûçûna wesayîtan cardin dest pê kir.