Li Amêdiyê di navbera PKK û artêşa Tirkiyê de şer derket

Li sînorê gundên Sigêrê û Sergelê yên li navçeya Amêdiyê, di navbera PKK û artêşa Tirkiyê de şer û pevçûn derket.

Hewlêr (K24) – Li sînorê gundên Sigêrê û Sergelê yên li navçeya Amêdiyê, di navbera PKK û artêşa Tirkiyê de şer û pevçûn derket.

Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, nêzîkî demjimêr 21:30 xuleka îşev, li sînorê gundên Sigêrê û Sergelê yên li navçeya Amêdiyê şerekî dijwar di navbera PKK û artêşa Tirkiyê de rûda, firokeyên şer ên Tirkiyê derdora wan herdu gundan bi tundî bombebaran kirin.

Welatiyekî bi navê Remzî Sergelî yê nişteciyê gundê Mêrstek ku nêzîkî wan herdu gundan e, ji K24ê re ragihand, demjimêr 21:30 de şer di navbera çekdarên PKK û artêşa Tirkiyê de derket û got: “Çend xalên cîgir ên artêşa Tirkiyê li wê derê hene û PKK hewla êrîşkirina ser wan xalan da, piştre firokeyên şer ên Tirkiyê hatin wê derê û derdora wan du gundan bombebaran kirin, ji ber wê yekê agir li daristanên wan gundan ket û şewat hîn jî didome.”

Li ser vê mijarê, nişteciyê gundê Sergelê Şêrwan Sergelî ji Kurdistan24ê re ragihand, dengê bombebaraneke zêde li nêzîkî gundê xwe bihîstiye, bi çavên xwe bombebaran dîtine, herwiha çekdarên PKKê bi çekên giran bersiva bombebaranên artêşa Tirkiyê dane.

Ev di demekê de ye ku şeva borî firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê mala du welatiyan li gundê Mêrstek ku weke taxeke navçeya Amêdiyê tê hejmartin, bi çar mûşekan bombebaran kirin û ziyanên madî li wan du malan gihandin û tirseke mezin li deverê peyda bûye.

Heta niha ji ber şer û pevçûnên navbera çekdarên PKK û artêşa Tirkiyê, li wê deverê 195 gund hatine valakirin û li gor gotinên şêniyên wan gundan, ji ber liv û tevgerên berdewam ên PKKê û hebûna baregehên wan li wê deverê, hindik maye şer dakeve bajar û bajarokan jî.

Ev şer û pevçûn di demekê de ye ku roja pêncşemê 29ê Îlona 2022yan, Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar ragihand, hêzên Tirkiyê 27ê Îlonê 140 kîlometreyan çûne nav xaka Iraqê û li Çiyayê Asos 16 şikeft û baregeha fermandariya PKKê ji nav birine.