Li Endonezyayê di dema lîstikeke futbolê de bi dehan kes hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Endonezyayê piştî lîstikeke futbolê û di encama derketina aloziyê di navbera handaran de, 174 kesan canê xwe ji dest dan.

Alîgirên tîma Arima FC piştî ku tîma wan li hember Persibaya Surabaya (3 - 2) têk çû, ketin Stadyûma Kanjuruhan a li bajarê Malang û alozî û pevçûn derketin.

Li gorî Polîsan, piştî ku 2 polîs hatin kuştin, wan gaza rondikrêj avêtin, lê gelek ji mexdûran ji ber lingan canê xwe ji dest dan.

Berpirsê Polîsê bajarê Malang di daxuyaniyekê de ragihand, 2 jê polîs 174 kesan canê xwe ji dest dan û zêdetir ji 180 kesî jî birîndar bûn.