Parêzerê Emînî bersiva Polîsa Tehranê dide û daxwaza eşkerekirina rewşa girtinê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzerê malbata Jîna Emînî Salih Nîkbext, gotinên Rêveberê Polîsê Tehranê Husên Rehîmî derbarê nebûna kamerayên çavdêriyê li ser cilûbergên polîsên Tehranê di dema girtina Jîna de red kir. Di heman demê de bang li eşkerekirina rewşa girtina wê kir.

Pêştir Rêveberê Polîsê Tehranê Husên Rehîmî derbarê kuştina keça Kurd Jîna Emînî de gotibû ku “Polîsên Ewlehiya Civakî” kamerayên çavdêriyê hene, lê di dema girtina Jîna de, ew kamera tune bûn.”

Salih Nîkbext di hevpeyvînekê de ligel rojnameya “Etemad” a Îranî got: “Dema polîsan Jîna Emînî girt, kamerayên wan hebûn û wan daxwaz ji keça xaltiya wê kirin ku ji cihê xwe dûr bisekine, da ku ew di kamerayên wan de xuya nebe.”

Her wiha Salih Nîkbext got: “Divê em arşîva kamerayan a ligel polîsên ku ew girtine û yên di nava otomobîlê de û yên li kolana Wezîran bûn, bibînin.” Tekez kir jî, li divê rewşa girtina Jîna were aşkere kirin.

Pêştir jî polîsê Tehranê fîlmek derbarê çawaniya girtina Jîna Emînî de belav kiribû û bal kişandibû ser wê yekê ku “li hember Jîna Emînî tundûtûjî nehatiye bikaranîn”.

Malbata Jîna Emînî jî naveroka wî fîlmî red dike û radigihîne ku gelek dîmenê jê hatine birîn. Bavê Jîna jî “nerazîbûna xwe li hember berpirsên Îranî yên ku her roj derewan derbarê kuştina keça wî de belav dikin" nîşan da.

Mehsa “Jîna” Emînî keçeke Kurd a 22 salî bû, roja 13ê Îlona 2022an bi birayê xwe re ji bajarê Seqizê serdana Tehranê kiribû û ji ber ku hîcaba xwe bi awayekî rêkûpêk girê nedaye ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û piştî du demjimêran ji bo nexweşxaneyê hat birin û roja 16ê mehê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da. Malbata Jîna û çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê dibêjin, Jîna di bin eşkenceyê de hatiye kuştin. 

Malbata keça Kurd a Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî, li dijî kesên ku keça wan girtine gilî tomar kiriye, parêzerê malbatê jî daxwazê ji rayedarên Îranê dike ku hemû vîdyo û wêneyên ku di heyama girtina Jîna Emînî li navenda “Polîsên Ewlehiya Civakî” de, peyda bikin.