Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke Fransî kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Yekşemê 02.10.2022 li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Serokê Komîsyona Peywendiyên Derve û Berevaniyê û Hêzên Çekdaran ya li Senatoya Fransa Christian Cambon û şandeya pê ra kir.
Di civînê de, peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê digel Fransayê û çawaniya pêşxistina hevkariyên hevbeş yên di navbera wan de hatin behs kirin û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê, metirsiyên DAIŞê li Iraq û Sûriyê, rewşa siyasî û dijwariyên li pêşiya Iraqê hatin gotûbêjkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser navê Herêma Kurdistanê, ji bo piştevaniya siyasî, leşkerî û mirovî spasiya Fransayê kir û bi taybetî behsa rola Serok Emmanuel Macron û hewlên wî yên ji bo aştî û aramiya Iraq û navçeyê bi giştî kir.
Serokê Herêma Kurdistanê hêvî xwest ku ji bo çareserkirina kêşeyên navxweyî dostên Iraqê alîkariya Herêma Kurdistan û Iraqê bikin û tekez kir ku bêyî çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr - Bexdayê, aramiya siyasî li Iraqê bi cîh nabe û çareserkirina pirsgirêkên her du aliyan bi kilîta aştî û aramiyê li Iraqê da zanîn.
Cambon, ji aliyê xwe ve, tevî tekez kirina li ser berdewamiya piştgiriya Fransayê ya ji bo Herêma Kurdistanê, silavên Serok Macron û silavên Serokê Senatoya Fransayê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihandin. Şandeya mêvan tekez li ser berfirehkirina peywendiyên Fransayê digel Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê aborî û berhemanînê da, kir. Her wisa, berheviya Fransayê ji bo alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina kêşeyên xwe û vegerandina aramiyê nîşan da.
Peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel dewletên cîran, çawaniya rûbirûbûna metirsiyên terorê, rewşa Êzidî û Kirîstiyan û pêkhateyên din yên li Herêma Kurdistanê û rewşa herêmê bi giştî hindek mijarên din yên civînê bûn ku, tê da Konsolê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Fransayê amade bûn.