Ji ber êrîşa Mêrsînê 5 kesên din jî hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Mêrsînê yê Tirkiyê 5 kesên din ji ber kuştina polîsekî hatin girtin. Hejmara kesên hatine girtin, gihîşt şeş kesan.

Berî çend rojan di êrişekê de polîsekî Tirkiyê li Mêrsînê hatibû kuştin û çar kes jî birîndar bibûn. Roja 27 û 28ê Îlonê 22 kes bi gumana pêwendiya wan bi êrişê ve hene hatibûn binçavkirin. Roja 30ê îlonê kesek hatibû girtin û 21 kes jî hatibûn azadkirin.

Di vê çarçovê de, duhî jî 5 kesên din bi gumana pêwendiya wan bi êrişê ve hene hatin girtin. Bi vî awayî, hejmara kesên ji ber êrişê hatine girtin jî gihîşt şeş kesan.

Roja 26ê Îlonê li bajarê Mêrsînê di encama êrîşekê li dijî komelgeha niştecihbûnê ya teybet bi polîsan de, polîsek hatibû kuştin û polîsek û welatiyekî jî birîndar bûbûn. 

Hêzên Parastina Gel (HPG) jî berpirsyartiya xwe li ser êrişê ragihandibû û gotibû, êriş ji aliyê du gerîlayên wan ve hatiye kirin.