Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî gihîşt Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî gihîşt Hewlêrê û ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve pêşwazî lê hate kirin.

Îro 3ê Cotmehê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî gihîşt Hewlêrê û li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve pêşwazî lê hate kirin.

Kazimî îro li Hewlêrê beşdarî merasîma salvegera koça dawiyê ya Serokomarê Iraqê yê berê û Sekreterê Giştî yê Yekîtina Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî dibe.

Jêderekî agahdar ji K24ê re ragihand, Kazimî di vê serdanê de, pêşhatên dawiyê yên meydana siyasî ya Iraqê û pirsa pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê ligel her ye ji Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotûbêj dike.

Ev serdana Serokwezîrê Iraqê piştî wê tê, zêdetir ji hefteyekê ye topbarana Îranê li ser navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê dike, her Îranê roja 28ê Îlona borî êrîşî ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Zirgiwêz, Koye û Pirdê kiribû.

Di meha Adara borî de, piştî êrîşa mûşekî ya Îranê li ser maleke sivîl a bajarê Hewlêrê jî, Kazimî serdana bajarê Hewlêrê kiribû û ji nêzîk ve cihê mûşekbaranê dîtibû.