Sendîkayên Mamostayên Îranê bang li xwendekaran dike: Bikevin grevê

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Hevahengî ya Sendîkayên Mamosteyan ya Îranê di daxuyaniyekê de piştevaniya xwe ji grev û xwepêşandanan re nîşan da û bang li mamoste û xwendekaran kir, roja Sêşemê grevê bigirin û neçin holên xwendinê.

Ev bangewaziya vê encumenê, piştî êrîşa hêzên ewlehiyê li Zanîngeha Şerîf li Tehranê û dorpêçkirina xwendekaran hat belavkirin ku heta demjimêrên dereng ên şeva Yekşemê dom kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “hêzên tepeserker bi beşdarbûna li Zanîngeha Şerîf û bilindkirina çekan li dijî mamoste û xwendekaran, hewl dane dengê van ciwanên ku daxwaza mafên welat dikin, bêdeng bikin”.

Encûmena Hevahengî ya Sendîkayên Mamosteyan ya Îranê daxwaz ji leşkeran kir ku erkê xwe yê bingehîn ku parastina can û ewlehiya welatiyan e bi cih bînin û li kêleka xwepêşanderan û kesên daxwaza dadweriyê dikin bin û ji zordaran cuda bibin.

Her wiha bang li xwendekaran kir ku roja Sêşemê 4’ê Cotmehê, roja berî “Roja Mamosteyan a Cîhanê” dest bi grevê bikin û “hevgirtina xwe ji hemû xwepêşanderên li dijî stemkaran re nîşan bidin.”

Ev bangewazî di demekê de ye, piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî roj bi roj xwepêşandanên xelkê Îranê zêde dibin û hêzên ewlehiyê hewla tepeserkirina xwendekar û xwepêşanderan li bajarên biçûk û mezin didin.