Liz Truss bo Mesrûr Barzanî: Em pabendî parastina asayiş û aramiya Herêma Kurdistanê ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nameyek ji Serokwezîra Şahnişîna Yekgirtî Liz Truss wergirt.

Serokwezîra Şahnişîna Yekgirtî di nameya xwe de amaje bi serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Brîtanyayê di meha Nîsana borî de kir û got: “Gelekî xweşhal bûm ku di meha Nîsana îsal de me li Londonê pêşwazî li we kir û hêvîdar in ev serdane berhemdar bûbe.”

Serokwezîra Şahnişîna Yekgirtî behsa pêwendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Şahnişîna Yekgirtî dike û dibêje: “Xweşhal im ku pêwendiyên me yên dîrokî îro di ji her demekê zêdetir bihêztir in.”

Liz Truss her wiha di nameya xwe de dibêje: “Em xwedî nirxên hevbeş in û Em pabendî parastina asayiş û aramiya Herêma Kurdistanê ne wek beşek ji Iraqeke bihêz û yekgirtî û berdewam dibin ta ku ji nêzîk ve bi hev re rûbirûyî terorê bibin.”

Serokwezîra Şahnişîna Yekgirtî di dawiya nameya xwe ya ji bo Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de nivîsiye: “Hêvîdar im bi hev re kar ji bo bihêzkirina pêwendiyên me bikin.”