Tehran: Hê jî derfeta zindîkirina rêkeftina atomî heye

Berdevkê Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Nasir Kenanî ragihand, eger îdareya Amerîkayê xwedî îradeya çareseriya kêşeyan be, hê jî derfet heye ku rêkeftina atomî were zindîkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Nasir Kenanî ragihand, eger îdareya Amerîkayê xwedî îradeya çareseriya kêşeyan be, hê jî derfet heye ku rêkeftina atomî were zindîkirin.

Nasir Kenanî di konferansa rojnamevanî ya heftane de ragihand, bi navbeynkariya Ewrûpayê, Îran û Amerîka danûstandina peyaman dikin.

Kenanî destnîşan kir, Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê, ji bo danûstandina peyamên navbera herdu aliyan, derfeteke guncaw e.

Herwih eşkere kir, Îran rijd e li ser pêkanîna çareseriya aştiyane ya ji bo bernameya atomî û gihîştina rêkeftineke mafê gelê Îranê desteber bike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê tekez kir, Tehran berdewam dibe di hewldanên xwe yên ji bo gihîştina rêkeftinê deû hê jî derfet heye ji bo ku ew rêkeftin were zindîkirin û eger îdareya Amerîkayê xwedî îradeya siyasî be, dikarin herdu alî rêkfetinê bigihînin encamê û îmze bikin.