Jûra Pîşesazî û Bazirganiyê ya Diyarbekirê rêveberiya xwe ya nû hilbijart

Hilbijartinên Jûra Pişesazî û Bazirganiya Diyarbekirê, bi beşdariyeke girseyî birêve çû. 16 grûpên aborî ji bo rêvebiriyên xwe yên nû hildibijêrin, bi Lîsteya Kesk, Lîsteya Şîn, Lîsteya Sor, Lîsteya Zer, Lîsteya Mor û Lîsteya Porteqalî beşdar bûn.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê saziyên pîşeyên aborî, rêveberiyên xwe yên nû hilbijartin. Jûra Pişesazî û Bazirganiya Diyarbekirê (DTSO) jî bi 6 lîsteyan rêvbirên nû hilbijart. Karsazên ku namzetên rêveberiyê bûn û yên ku deng bi kar anîn, hêvî û daxwazên xwe ragihandin.

Hilbijartinên Jûra Pişesazî û Bazirganiya Diyarbekirê, bi beşdariyeke girseyî birêve çû. 16 grûpên aborî ji bo rêvebiriyên xwe yên nû hildibijêrin, bi Lîsteya Kesk, Lîsteya Şîn, Lîsteya Sor, Lîsteya Zer, Lîsteya Mor û Lîsteya Porteqalî beşdar bûn.

 Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganiyê ya Diyarbekirê Mehmet Kaya ji K24ê re diyar kir: “Rêxistina karsazên bajêr ku 21 hezar endamên wê hene, bi vê hilbijartinê rêvebiriya xwe hildibijêrin. Hilbijartin jî bi beşdariyeke baş derbas bû. Ji bo hilbijartina rêvebiriya xwe, beşdariya wiha girseyî ku karsaz tên  û dengên xwe didin, destnîşana demokrasiyê ye û ciyê kêfxweşîyê ye. Hêvîdar im rêvebiriya nû ji bo Diyarbekirê bi xêr be.”

Namzetê Listeya Şîn yê Serokatiya Rêvebiriya DTSOyê Mûsa Karagoz  jî da zanîn ku ew ji bo guhartinê bûne namzet û xwestine ku bi projeyên xwe saziya karsazan bipêş bixin.

Mûsa Karagoz ji K24ê re diyar kir: “Beriya her tiştî hêvîdar im, ji bo Diyarbekirê û karsazan kîja bi xêr be, Xwedayê Teala wî bike.”

Karsazên ku dengên xwe bi kar anîn jî girîngî dana derfetên ramedanan û berfireh kirina bazara karsazan girîng nirandin.

Karsaz Serdar Ay ragihan: “Bi rastî li Amedê li ser bazirganiyê gelek xebat tên kirin. Ew xebat jî ji bo hemû Kurdistanê tê meşandin. Bawer im dê rêvebiriya ku ji bo me baş û xweş be bi ser keve. Ev kesên ku li vê derê ne, gişt karsaz in û emê rayên xwe bikar bînin.”

Piştî ku hilbijartin bi dawî bûn, serokê Jûra Pişesazî û Bazirganiya Diyarbekirê Mehmet Kaya, destxweşî li karsazan kir û anî ziman ku ewê xebatên xwe ji bo bipêşxistina aborî, çand û civaka heremê berdewam bikin.