Artêşa Ukraynayê çend navçeyên din ên welatê xwe kontrol kirin

Artêşa Ukraynayê li Kherson du navçeyên niştecîbûnê û navçeyek jî li Donetsk û Kharkiv ji bin kontrola hêzên Rûsyayê derxistin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Ukraynayê li Kherson du navçeyên niştecîbûnê û navçeyek jî li Donetsk û Kharkiv ji bin kontrola hêzên Rûsyayê derxistin.

Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê rayedarên Kîevê ve hatiye belavkirin, hatiye diyarkirin ku li Kherson her yek ji navçeyên niştecîbûnê Myrolyubivka û Arkhanhelske cardin ketin bin kontrola hêzên Ukraynayê.

Hat destnîşankirin ku li Donetsk gundê Torsky û li Kharkiv gundê Borova ji bin kontrola hêzên Rûsyayê hatine derxistin.

Beriya niha jî li ser medyaya civakî, Wezareta Berevanî ya Ukraynayê ragihand, hêzên wan bajarokê Lyman yê ser bi Donestk kontrol kiriye, ku bi hezaran serbazên Rûsî li wr bûn.

Rûsya navçeya Lyman weke navendeke veguhestina çek û pêwîstiyên serbazî bi kar dianî, kontrolkirina wê navçeyê ji aliyê Ukraynayê ve, destkefteke mezin a meydanî ye ji bo Kîevê.

Ji aliyekî din ve, artêşa Rûsyayê di daxuyaniyekê de vekişîna ji bajarokê Lyman ragihand.

Ji 24ê Sibata borî de şerê Rûsya û Ukraynayê dest pê kiriye û ji ber şer, Amerîka û Yekîtiya Ewrûpayê hejmarek sizayên darayî, aborî û siyasî bi ser Rûsyayê de sepandine.