Şandeke Wezareta Berevaniyê ya Iraqê gihîşte Hewlêrê

Şandeke Wezareta Berevaniyê ya Iraqê gihîşte Hewlêrê û derbarê pirsa Pêşmerge û hevahengiya zêdetir ligel artêşa Iraqê, biryar e sibe gotûbêj û hevdîtin encam bidin.

Hewlêr (K24) – Şandeke Wezareta Berevaniyê ya Iraqê gihîşte Hewlêrê û derbarê pirsa Pêşmerge û hevahengiya zêdetir ligel artêşa Iraqê, biryar e sibe gotûbêj û hevdîtin encam bidin.

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de eşkere kir, şandeke bilind a Wezareta Berevaniyê ya Iraqê, îro duşemê 3yê Cotmeha 2022yan gihîşte Hewlêrê.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, Cîgirê Serokerkan bo Operasyona li Wezareta Pêşmerge Lîwa Rukn Necmedîn, pêşwazî li Alîkarê Serokerkarnê Artêşê bo Operasyonan li Wezareta Berevaniyê ya Iraqê Ferîq Rukn Qeys Xelef û şanda pê re kir.

Biryar e sibe 4ê Cotmeha 2022yan civîn û hevdîtin encam bidin.