Li peravên rojavayê Tirkiyê 25 koçber hatin rizgarkirin

Li peravên navçeya Foça ya ser bi parêzgeha Îzmîrê ya li rojavayê Tirkiyê hatine rizgarkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li peravên rojavayê Tirkiyê 25 koçberên neyasayî hatin rizgarkirin û piştre radestî Rêveberiya Îdareya Koç hatin kirin.

Li gor zanyariyên Ajansa Anadoluyê, 25 koçberên neyasayî ku ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Yûnanistanê ve ber bi nav sînorê ava Tirkiyê hatine vegerandin, li peravên navçeya Foça ya ser bi parêzgeha Îzmîrê ya li rojavayê Tirkiyê, hatine rizgarkirin.

Piştî zanyarî gihîştine Fermandariya Asayîşa Peravan a Tirkiyê, ku hejmarek koçber li peravên Aslan Burnu yên ser bi navçeya Foç hene, tîmên fermandariyê bo wê derê hatine veguhestin.

Tîmên fermandariyê, 25 koçberên neyasayî rizgar kirine, ku di nav wan de zarok jî hene. Piştî koçber bo bejahiyê hatine gihandin, radestî Rêveberiya Îdareya Koç hatine kirin.