Îran: Em di şerê Ukraynayê de bêalî ne

Wezareta Derve ya Îranê red dike ku dronên Îranê di şerê Ukraynayê de hatibin bikaranîn û tekez dike ku ew di şerê Ukraynayê de bêalî ne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Îranê red dike ku dronên Îranê di şerê Ukraynayê de hatibin bikaranîn û tekez dike ku ew di şerê Ukraynayê de bêalî ne.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî îro duşemê 3yê Cotmeha 2022yan ragihand, hemû wan nûçeyên ku behsa bikaranîna dronên Îranê dikin ku ji aliyê Rûsyayê ve di şerê Ukraynayê de hatine bikaranîn, ji rastiyê dûr in.

Beriya niha artêşa Ukraynayê ragihandibû, Rûsyayê dronên "Şahid 163" di bombebaranên navçeya Kharkivê de bi kar anîne, ku ji aliyê Rûsyayê ve hatine çêkirin.

Nasir Kenanî tekez kir ku Tehran ji destpêka şerê Ukraynayê ve helwesta xwe ya bêalî ragihandiye û ji herdu welatan daxwaz kiriye ku nakokiyên xwe bi rêya gotûbêjan çareser bikin.

Kenanî herwiha destnîşan kir, Wezîrê Derve yê Îranê di nava çend mehên borî de, çendîn pêwendiyên telefonî ligel herdu Wezîrên Derve yên Rûsya û Ukraynayê encam dane û amadebûna welatê xwe ji bo navbeynkariya herdu aliyan nîşan daye ji bo çareserkirina kêşeyan bi awayekî aştiyane.