Baroya Rihayê ji bo doza derbarê Seîdê Kurdî de serî li DMMEyê da

Baroya Parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ragihand, wan ji bo eşkerekirina gora Seîdê Kurdî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) daye.
Seîdê Kurdî
Seîdê Kurdî

Navenda Nûçeyan (K24) - Baroya Parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ragihand, wan ji bo eşkerekirina gora Seîdê Kurdî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) daye.

Baroya Rihayê li ser hesabê xwe Twitterê diyar kir,  ji ber ku encamek ji dadgehên Tirkiyê nehatiye bidestxistin û pêvajoya dozê di warê hiqûqî de li Tirkiyê bi dawî bûye, wan derbarê dozê de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) daye.

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin: “Me doza eşkerekirina cihê gora Seîdê Nûrsî ku gora wî hatibû perçekirin û cenezayê wî hatibû revandin, ji ber nemana rêyên hiqûqî yên navxweyî, veguheste Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê.”

Seîdê Kurdî ku zana û kesayetekî navdar ê Bakurê Kurdistanê ye, di 23ê  Adara  1960ê de koça dawî kir û di 12ê Tîrmeha 1960ê de fermandarên leşkerî yên Tirkiyê bi biryarekê, cenazeyê Seîdê Kurdî  ji gora wî derxistin û bi balafireke leşkerî  bo cihekî nediyar birin û heta niha jî cihê gora wî nayê zanîn.