Tirkiye û grûpên çekdaran gundên Kobanê, Eyn Îsa û Til Temir dide ber topan

Di encama van êrîşan de 4 welatiyên sivîl û 2 endamên Hêza Erka Xweparastinê birîndar bûne
Topxaneya Tirkiyê
Topxaneya Tirkiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdaran gundên Kobanê, Eyn Îsa û Til Temirê dan ber topan û di encamê de hejmarek kes birîndar bûne.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, artêşa Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve gundên Kobanê, Eyn Îsa, Til Temirê riya navdewetî M4 dan ber topan.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, di encama van êrîşan de 4 welatiyên sivîl û 2 endamên Hêza Erka Xweparastinê li gundewarê Til birîndar bûne.

Da zanîn jî, ji ber giraniya topbarana li ser gundên Til Temirê, hejmarek mezin ji gundiyan malên xwe bi cih hîştin û ber bi cihên aramtir koçber bûn.

Rewangeha Mafên Mirovan ragihand jî, HSDê otomobîleke leşker ya artêşa Tirkiyê li gundewarê Girê Sipî kiriye armanc û di encamê de kuştî û birîndar hene, lê aliyê Tirkiyê ve hene, heta niha ti zanyarî derbarê vê êrîşê de belav nekirine.

Di dema dawî de, ligel zêdebûna gefên Tirkiyê yên ji bo destpêkirina operasyoneke leşkerî li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, êrîşên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin kontrola HSDê de zêde bûne.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî jî berî çend rojan diyar kir, Tirkiyê ji destpêka îsal ve 59 caran êrîşî herêmê wan kiriye û di encamê de bi dehan kesên sivîl bûne qurbanî.

Mezlûm Ebdî bang li welatên gerantor ên navdewletî kir jî, helwesta xwe ji van êrîşan diyar bikin û sînorekê jî ji wan re deynin.