Konsera hunermend Mîkaîl Aslan li Stenbolê hate qedexekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Stenbolê ya Tirkiyeyê konsert hunermendê Kurd Mîkaîl Aslan ku biryar bû ji aliyê Şaredariya Ataşehîrê ve bihata rêkxistin, hate betalkirin.

Di derheqê mijarê de Mîkaîl Aslan nerazîbûna xwe li dijî Şaredariya Ataşehîrê nîşan da û ragihand, şardariyê ew vexwendiye Mihrîcana Çandên Bira ya Heftemîn, lê paşê jî li beramber çend nîjadperestên li medyaya sosyal xwe çemandiye û ew ji beranmeya mîhrîcanê derxistine.

Mîkaîl Aslan diyar kir, bi biryara Şaredariya Ataşehîrê ew ji xelkê xwe û xelk jî ji stranên wî bêpar hatine hiştin.

Şaredariya Ateşhîrê di destê CHPê de ye. HDPê jî di hilbijartinên 2019ê de li bajarên mezin ên Tirkiyê piştgiriya berbijêrên CHPê kiribû.

Di dema dawî de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdetirî 15 konser û festîvalên navxwe û navdewletî bi sedemên curbicur hatine qedexekirin. Hin ji wan konseran bi bihaneyên siyasî, civakî û mezhebî hatine qedexekirin.