Serok Wezîra Brîtanyayê nameyek ji Serokê Herêma Kurdistanê re şand

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, nameyek ji Serok Wezîra Brîtanyayê Liz Truss wergirt

Navneda Nûçeyan (K24) – Serok Wezîra Brîtanyayê Liz Truss îro 4ê Cotmeha 2022an, nameyek ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Liz Truss di nameya xwe de spasiya beşdariya Nêçîrvan Barzanî kiriye ji ber beşdariya wî di merasîma bixakspartina Şahjina Brîtanya ya koçkirî de û her wiha xweşhaliya xwe ji bo hevdîtina ligel Serokê Herêma Kurdistanê li Londonê nîşan daye.

Di nameya xwe da, xanim Truss spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî kir ji bo beşdarbûna wî ya di merasîma taziya Şahbanûya Elizabeth ya Duyem, Şahjina koçkiriya Şahnişîna Yekgirtî da û herwesa kêfxweşiya xwe jî ji bo careke din bi hevdîtina Serok Nêçîrvan Barzanî nîşan da.

Serok Wezîra Brîtanyayê di nameya xwe ya ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dae, têkiliyên welatê xwe digel Herêma Kurdistanê weke hevkarekî sereke li Rojhilata Navîn bilind dinirxîne, her wiha balê dikşîne li ser wê yekê ku Şahnişîna Yekgirtî digel Herêma Kurdistanê bihayên hevbeş wek azadiya raderbirînê û perwedeyê û pirsên pêşîne yên wek pirsên ewlehiyê û rûbirûbûna terorê heye û xebatên me li ser van pirsan û karê hevbeş berdewam dibin.

Di dawiyê de, xanim Liz Truss Serok Wezîra Brîtanyayê hêvî xwest ku di erkê xwe yê nû de baştir bi Herêma Kurdistanê re kar bike û dostayetî û peywendiyên di navbera her du welatan de berfirehtir bibin.